Adil Ebdulmehdî serdana Herêma Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê kom dibe.

Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê, sibê, roja Şemiyê, bi serdaneke fermî tê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine, di wê serdana xwe Adil Ebdulmehdî dê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha dîtina rêyeke çareseriyê bo krîza li Iraqê, li gel berpirsên Kurdistanê gotûbêj bike.

Roja Duşemê, Adil Ebdulmehdî peywendiyek li gel Serok Mesûd Barzanî pêk anî, derbarê dawîn pêşhat û aloziyan û helwesta Iraqê de.

Ev serdana Adil Ebdulmehdî bo Hewlêrê ku yekem serdan e piştî biryara destjikarberdanê, di demekê de ye ku girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bihêz bûne li navçeyê ku xaka Iraqê jî bûye yek ji qadên vê milmilaneya di navbera herdu aliyan de.