KURDISTAN – Şeva serê salê bi qasî 800 hezar dolar fîşekên hewayî hatin teqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva serê salê li Hewlê, Silêmanî û Duhokê, li 220 cihan aheng hebûn û bi qasî 800 hezar dolaran fîşekên hewayî hatin teqandin.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Desteya Geştuguzaê, di heyama 5 rojan de bi boneya serê salê, 167 hezar geştyaran berê xwe dan bajarên Herêma Kurdistanê ku sala derbasbûyî hejmara geştyarên ku di heman maweyê salê de hatibûn Herêma Kurdistanê 136 hezar bû.

Mewlewî Cebar, Serokê Desteya Geştuguzarî li Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo beşdariya di ahenga serê salê de, zêdetir ji 167 hezar geştyaran berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Bi vê boneyê li piraniya hotêl û motêlan mêvan hebûn.”

Li gor gotinên Mewlewî Cebar, di şeva serê salê de, li piraniya hotêl û restorant û herwiha cihên geştyariyê, bi taybetî jî li wan cihên ku hejmara mêvanên wan zêde bû, aheng birêve çûn heta li hinek hotêlan di deman demê de 3 ahneg birêve çûn.

Li Herêma Kurdistanê, ev çend sal e, teqandina fîşekên hewayî di şeva serê salê de û herwiha bi boneya cejnên din bûye nerît. Pêştir ji bo xemilandina bajêr û teqandina fîşekên hewayî, salene budceyeke taybet dihat terxankirin, lêbelê bo maweyê 6 sal e, ji ber qeyrana darayî, kertê giştî kêmtir beşdar dibe.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Polîs û Qayimqamtiya qezaya navendî ya Hewlêrê, îsal li 140 hotêl, mall, restorant, şeqam û cihên giştî yên bajêrê Hewlêrê aheng hebûne û li piraniya van cihan fîşekên hewayî hatine teqandin.

Nebez Ebdulhemîd, Qayimqamê qezaya navendî ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Îsal cudatir ji salên derbasbûyî, me li tevahiya hotêl, mall û restorantan azad kirin di sazkirina ahengên serê salê û di teqandina fîşekên hewayî de, ji ber hindê li piraniya wan cihan aheng birêve çûn û fîşekên hewayî hatin teqandin.”

Nebez Ebdulhemîd amaje bi wê kir ku wan 20 roj berî hatina serê salê amadekariyên xwe bo pêşwazîkirina sala nû dabûn destpêkirin û piraniya cihên giştî hatin xemilandin û şeva serê salê li çend cihan fîşekên hewayî hatin teqandin ku beşek ji wan ên sala derbasbûyî û beşek jî nû bûn.

Majîdî Mall, yek ji wan cihan bû ku hejmareke zêde ya fîşekên hewayî lê hatin teqandin. Hejmareke zêde ya geştyar û xelkê Hewlêrê û bajarên din, dawîn demên sala 2019an û destpêka 2020an li wî cihî derbas kirin.

Rêveberê Kargêriya Majîdî Mall, Keyfî Debax, dibêje, “Ji bo pêşwazîkirina li serê salê, li herdu liqên Hewlêr û Silêmaniyê yên Majîdî Mallê, me bi qasî 35 hezar dolar fîşekên hewayî teqandin ku hinek ji wan aybet bûn û nirxê wan 400 dolar bû.”

Derbarê mêvanên wê mallê jî, Keyfî Debax dibêje, “Her çend e ti ti ahengek li mallê birêve neçû, lêbelê hejmara amadebûyên ahenga li bajarê Silêmaniyê du caran zêdetir bû ji sala derbasbûyî, ji ber wê yekê me biryar daye li Newrozê jî bi vî şêweyî bikin û fîşekên hewayî biteqînin.”

Hevşêweyê parêzgeha Hewlêrê, li parêzgehên Silêmanî û Duhokê jî, li piraniya şeqamên giştî û holan aheng hatin sazkirin û fîşekên hewayî hatin teqandin. Hotêla Şarî Ciwan bi şêweyekî ciyawaz ji sala derbasbûyî, pêşwazî li mêvanan û serê salê kir û fîşekên hewayî teqandin.

Hêro Hesen Ehmed, Rêveberê Bazarkirinê li Hotêla Şarî Ciwan, ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo xemilandina Şarî Ciwan û û pêşwaziya li mêvanan li 5 holên Şarî Ciwan aheng hebûn, di wê şevê de me bi qasî 10 hezar dolar fîşekên hewayî teqandin.”

Hêro Hesen Ehmed, got jî, “Em li hemû cejnan fîşekên hewayî diteqînin, bo vê mebestê jî girêbesta me li gel kompaniyeke Rûsî heye ku fîşekên hewayî bo me tîne.”

Awat Mihemed, Qayimqamê qezaya navendî ya bajarê Silêmaniyê, ji Rûdawê re ragihand, “Li piraniya hotêl û restorant û cafeyan li Silêmaniyê ahengên serê salê hebûn, li piraniya wan fîşekên hewayî hatin teqandin. Taybetî jî li Majidi Mall û Şarî Ciwan bi şêweyekî gelek profesyonel, fîşekên hewayî hatin teqandin. Wêneyê Şarî Ciwan ji yek ciwantirîn wêeneyên sala 2020 hat danîn û ji aliyê malpera BBCiyê ve hat belavkirin.”

Her çend e, li gor rênimayên asayiş û berevaniya şaristanî, hawirdekirina fîşekên hewayî qedexe ye, lêbelê li gor amareke ne fermî bi rêya dukandar û beşek ji firoşkarên din, fîşekên hewayî li Hewlêrê tên bidestxistin û di ahengên serê salê de bi qasî 800 hezar dolar fîşekên hewayî hatin teqandin.

Yek ji firoşkarên fîşekên hewayî ku nexwast navê bê aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, “Çend mehek berî hatina serê salê, bazirgan amadekariyan dikin bo anîna fîşekên hewayî, hemû fîşekên hewayî jî ji Çînê tên kirîn û bi rêya deriyê sînorî yê Um Qesre di bin tiştên din ve tên veşatirn û derbasî Kurdistanê tên kirin.”

Ew firoşkar dibêje, “Qezanca fîşekên hewayî zêde ye, bo nimûne nirxê kartonekî ji cûreya lûleyî ku 96 heb tê de ne, bi 45 dolar e, lê di serê salê de bi 110 heta 150 dolar tên firotin. Ji ber hindê piraniya bazirganan bo qazanca xwe bi rêyên cuda fîşekên hewayî hawirde dikin.”

Nirxê fîşekên hewayî li gor qebare û cûreyê wê diguhere ku ji du dolaran dest pê dike û heta 400 dolaran bilind dibe.

Ew firoşkarê Hewlêrî dibêje, “Îsal berevajî sala derbasbûyî, xelkê zêdetir beşdarî di ahengên serê salê de kir. Li piraniya cihên giştî fîşekên hewaî hatin teqandin. Li gor pêşbînîkiyên me di ahengên şeva serê salê de bi qasî nêzikî 800 hezar dolaran fîşekên hewaî hatine teqandin.”

Herwiha ew firoşkar dibêje, “Îsal daxwaz zêdetir li ser wê cûreya fîşeka hewayî bû ku heşt caran diteqe, ji ber wê yekê tenê li bajarê Hewlêrê zêdetir ji 3000 karton fîşekên hewayî ji wê cûreyê, hatin firotin ku di her kartonekê de 96 heb tê de hene.”