Li Qeladizê xortekî 25 salî bi gulleyê çeka Tapir canê xwe ji dest da

Qeladize (Rûdaw) - Berdevkê Polîsê Raperînê ji Rûdawê re ragihand, êvara îro xortekî xelkê gundê Alan li sînorê bajarokê Qeladizê bi çeka Tapir hat birîndarkirin û berî ku wî bigihînin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.

 

Berdevkê Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro pêncşembî 10ê Çileya 2019, dema nîvro li gundê Alan li sînorê Qeladizê, şivanek bi navê (M.H.H), temenê wî 20 sal, bi çeka Tapir bi dijwarî hat birîndarkirin, û berî ku bigihînin Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Silêmaniyê, canê xwe ji dest da.”

 

Şoriş Îsmaîl herwiha got: “Bi gotina kesûkarên wî xortî, ew li gel zarokek temen 7 salî li cem keriyê pezê xwe bûye, piştî ku zarok destkariya çekeke ji core Tapir kiriye, gulleyek ji çekê derdikeve û li serê wî xortî dikeve û bi sedema wê yekê, bi giranî birîndar dibe.”

 

Berdevkê Polîsê Raperînê destnîşan dike, wî xortî bi birîndarî digihînin Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê û piştî çareseriya destpêkê, ji ber dijwariya birînê wî dişînin Silêmaniyê, lê piştre canê xwe ji dest daye.

 

Gundê Alan ji aliyê îdarî ve ser bi bajarokê Helşo ve ye ku dikeve sînorê qezaya Pişder a Silêmaniyê.