DBP: Bi êrişan destkeftiyên gelê Rojava hedef digirin

09-12-2024
RÛDAW
Nîşan DBP Rojavayê Kurdistanê Êriş Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DBPyê derbarê êrişên li Rojavayê Kurdistanê got, "Êrişên ku li dijî Rojava pêk tên jî yek ji perçeyên şerê qirêj e û bi van êrişan destkeftiyên gelê Rojava hedef tên girtin."

Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî vê yekê Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê êrişên xwe yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya xweser de ne zêde kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê êrişên Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

"Dev ji êriş û planên xwe yên bi xwîn berdin"

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Li gel tevî bangewaziyên çareseriyê, dewleta Tirk li Rojava û Sûriyeyê hewldanên xwe yên kûrkirina polîtîkayên şer didomîne.

Êrişên ku li dijî Rojava pêk tên jî yek ji perçeyên vî şerê qirêj e. Di çarçoveya vî şerî de îro car din li Rojava gelên sivîl rast e rast hedef hatin girtin.

Mixabin di êrişên li Kobanî û Eyn Îsayê de zarok jî di nav de zêdetirî deh kesan hatin qetilkirin.

Di êrişan de bi taybet dibistan û nexweşxane jî di nav de qadên sîvîl hedef tên girtin.

Em baş dizanin ku bi van êrişan destkeftiyên gelê Rojava hedef tên girtin.

Desthilatdariya AKP-MHPyê ji destpêka sala 2011an vir ve li Rojava bi sedan sîvîl qetil kirin.

Di van qetlîaman de li gel artêşa Tirk, çeteyên wekî DAIŞ û OSOyê yên girêdayî dewletâ Tirk jî cih girtin.

"Divê civaka navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan bide"

Îro jî bi çeteyên wekî HTŞ û SMOyê ve xaka Rojava hedef tê girtin. Bi qetlîama sîvîlan li Rojava sûcê şer pêk tê.

Divê di sêrî de hêzên navneteweyî tevî hêzên herêmî li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk helwesteke xurt bimeşînin da ku qetlîamên nû pêk neyên.

Her wiha divê neye jibîrkirin ku em dê her tim li hemberî van êrişan û sûcên şer têkoşîna xwe bimeşînin.

Tu hêz û tu êriş êdî nikare ku îradeya gelê Rojava bindest bike. Em ê jî her tim xwedî li vê îradeyê derbikevin.

Rojava qada jiyana hevpar a gelan e. Dev ji êriş û planên xwe yên bi xwîn berdin!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst