Tirkiye û komên çekdar Kobanî topbaran kir: Mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di topbarana Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê de 2 zarokan canê xwe ji dest da.

Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê gundê Kon Eftarê yê Kobaniyê topbaran kirine.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Ferhad Şamî got, "Gundê Kon Eftarê yê ku dikeve başûrrojavayê bajarê Kobaniyê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û di encamê de 2 zarok şehîd bûn."