Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di topbarana Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê de 2 zarokan canê xwe ji dest da.
Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê gundê Kon Eftarê yê Kobaniyê topbaran kirine.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Ferhad Şamî got, "Gundê Kon Eftarê yê ku dikeve başûrrojavayê bajarê Kobaniyê rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û di encamê de 2 zarok şehîd bûn."
The village of Kon Aftar in the southwestern countryside of Kobani city was subjected to artillery shelling by the Turkish occupation and its mercenaries, resulting in the martyrdom of 2 children. pic.twitter.com/LHW2G1D9gS
— Farhad Shami (@farhad_shami) December 9, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse