Ehmed Hesen: Tevî efûya giştî jî hîn 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne
Hewlêr (Rûdaaw) - Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen got, "Tevî efûya giştî jî heta niha nêzikî 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne."
Her wiha Ehmed Hesen da zanîn ku zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa Efrînê û vegera malbatan kir.
"Zêdetirî 2 hezar malbatan vegeriyane"
Ehmed Hesen diyar kir ku ji destpêka vê mehê ve koçberên Efrînî yên ku li Heleb, Şehba û Til Temirê koçber bûn dest bi vegerê kiriye û got:
"Bi alikariya Dezgeha Xêrwaziyê ya me kariye zêdetirî 2 hezar malbatan vegerin Efrînê."
Piraniya koçberên Efrînî yên ku vegeriyane axa xwe, li Efrînê û gundên derdora wê hê jî Erebên Hawirde di malên wan de ne.
Li ser vê yekê Ehmed Hesen got, "Yên vegeriyane li gel xizmên ku malên wan li wê derê hene dijîn."
"Derketina Ereban a ji Efrînê dest pê kir"
Ew Erebên Hawirde yên ku çûne Efrînê malên Kurdan dagir kirin ji herêmên Îdlib, Hema, Hums û Dêrezorê ne.
Ehmed Hesen amaje bi Erebên hawirde kir got, "Ew jî kêm kêm vedigerin cihên xwe. Hejmareke zêde xwe ji vegerê amade kiriye.
Ereb li herêmên xwe cihê xwe hene û dixwazin vegerin. Dema vegera wan bi qonax dest pê kir, wê demê xelkê Efrînî jî dê vegere malên xwe."
Li aliyê din Ehmed Hesen diyar kir ku ew nizanin heta niha çend malbatên Ereb vegeriyabin cihê xwe lê vegera wan dest pê kiriye.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen bang kir û got:
Tevî astengiyan, divê xelkê Efrînê li her bajarekî Sûriye û Ewropayê vegere bajarê xwe. Wekî bira bi hev re, em dikarin guherîna demografiyê ya ku pêk hatiye lawaz bikin."
"Nêzîkî 200 Kurd ji zindanên Efrînê nehatine berdanê"
Doh piştî rûxandina rejîma Beşar Esed deriyê piraniya zindanên Sûriyeyê hatin şikandin û girtî hatin berdan.
Li ser vê yekê jî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê harêma Efrînê dagirkir kiriye li Efrîn û derdora wê efûya giştî ragihandibû.
Derbarê vê yekê Ehmed Hesen got "Ew zindaniyên Sûriyeyî yên ku kesî negot çima hatine azadkirin, ji ber vê yekê me jî xwest her Kurdê Efrîn û derdora wê di zindanê de be bê azadkirin.
Tevî efûya giştî jî heta niha nêzikî 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne."