Jineke Kurd a Êzidî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a Êzidî piştî 10 salan li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê hat dîtin.

Jina Kurd a Êzidî ya bi navê S.N. ya 29 salî Tebaxa 2014an li Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê ragihand ku jina Kurd a Êzidî 7ê Kanûna Pêşîn li parêzgeha Îdlibê hatiye dîtin û niha li cem hêzên ewlehiyê yên herêmê ye.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê Hesen Qaîdî li ser dîtina jina Kurd a Êzidî ji Rûdawê re axivî û got:

"Destpêka vê mehê piştî têkçûna rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê, bi rêya çend kesên ku li Îdlibê bi pere bi me re kar dikin, me kariye jineke Êzidî ya bi navê (S.N) li Îdlibê ji nav malbatekê rizgar bikin."

Her wiha Hesen Qaîdî got, “Jin niha li cem hêzên ewlehiyê yên herêmê ye û prosedurên wê temam dikin.

Em li bendê ne ku rojên pêşiya me vegere cem xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Piştî alozbûna rewşa Sûriyeyê em pir bi hûrî çavdêriyê dikin û li gor zanyariyên me, jinên din ên kurdên Êzîdî li navçeyên cihê ne û heta niha nehatine rizgarkirin û beşek ji wan di zindanê de ne."

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingal û derdora wê kir.

DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzîdî revandin û heta niha zêdetirî 3 hezar ji wan hatine rizgarkirin.

Hîn jî nêzî 2000 kesan hene ku bi piranî jin û zarok in û nehatine rizgarkirin.