Sûriyeyiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixwazin vegerin

09-12-2024
RÛDAW
Welatiyên Sûriyeyê vedigerin welatê xwe /Wêne: Şewket Herkî /Rûdaw
Welatiyên Sûriyeyê vedigerin welatê xwe /Wêne: Şewket Herkî /Rûdaw
Nîşan Ko Koçberên Sûriyeyî Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûriyeyî yên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn, piştî rûxandina rejîma Beşer Esed dixwazin vegerin welatê xwe.

Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Beşar Esed hat rûxandin welatiyên Sûriyeyê yên li  Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran aheng û şahî gerandin.

Bi taybetî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên hevsînor li gel Sûriyeyê ku hejmara koçberan lê zêde ye welatiyên Sûriyeyê daketin qadan û wan rûxana rejîma Esad pîroz kir.

Dilê tevan li ser wê yekê ku welatê wan zû bigihe îstiqrarê û vegerin welatê xwe.

Welatiyê Sûriyeyê Ebdul Melîk Sîraç kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

"Em gelekî kêfxweş in, em dixwazin vegerin warê xwe, pêşhat gelekî kêfxweşker in."

"Em dê vegerin Sûriyeyê"

Koçberê Sûriyeyê Mihemet Resûl Hara wiha axivî:

"Gelekî xweş e em dê vegerin Sûriyeyê, êdî şer nîne her tişt dê gelekî xweş be."

Li parêzgehên Riha, Dîlok, Kilîs, Semsûr, Meletî, Mereş, Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê koçberên Sûriyeyî nemana rejîma Esed pîroz kir.

Wan ji bo mêhvandariyê sipasiya xelkê wan bajaran kir û ew li hêviya vegerê ne.

"Niha ez nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman"

Koçbera Sûriyeyî Busra Zakkurê wiha got, "Niha ez nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman.

Em hemû gelekî kêfxweş in. Bê guman ez difikirim vegerim Sûriyeyê ji ber ew welatê min e."

Dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê 2011an de dest pê kir 3,4 milyon welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê koçî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û piraniya wan li Stenbolê bi cîh bûn.

Piştî Stenbolê hejmara herî zêde ya koçberên Sûriyeyê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Hejmara koçber Sûriyeyê li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Dîlok: 429 hezar û 935

Riha: 272 hezar û 882

Mereş: 84 hezar û 415

Kilîs: 68 hezar û 280

Mêrdîn: 59 hezar û 018

Meletî: 28 hezar û 800

Amed: 21 hezar û 918

Semsûr: 20 hezar û 941

Ji ber şerê navxwe yê Sûriye 7,2 milyon kes li navxwe koçber bûne û zêdeyî 5 milyon kesan jî koçî derve kiriye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje eger rewşa Sûriyeyê heta sala bê aram bibe ew pêşbînî dikin ku hejmareke zêde ya Sûriyeyên li derve vegerin welatê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst