Li Eyn Îsayê komkujî: Tirkiyeyê 11 sivîl kuştin

09-12-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êrişên Dronî Eyn Îsa Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê 11 kesên ji heman malbatê di bombaraneke Tirkiyeyê de hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), droneke Tirkiyeyê li gundê Musterihayê yê Eyn Îsayê malek bombebaran kir.

SOHRê ragihand ku di encama bombebaranê de ji heman malbatê 11 kes hatine kuştin.

SOHRê her wiha da zanîn ku di nav kuştiyan de 6 zarok û jin hene.

Li aliyê din, ajansa nûçeyan a ANHAyê jî da zanîn ku di wê bombebaranê de 12 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên SOHRê, Tirkiyeyê îsal li Rojavayê Kurdistanê 191 êrişên esmanî pêk anîne.

Di encama wan êrişan de 55 kesan canê xwe ji dest daye û 49 ji wan şervan 122 kes jî birîndar bûne.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.

Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst