Li Efrînê hinek girtî hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hinek girtî ji zîndanên Hikûmeta Demkî ya Mixalefeta Sûriyeyê hatin berdan.
Nûnerê ENKSyê yê Mixalefete Sûriyeyê Ehmed Hesen ji Rûdawê re got, li gorî biryara efûyê ya Hikûmeta Demkî hinek girtî ji zîndanên Polîsên Leşkerî hatine berdan.
Hesen da zanîn ku doh 35 girtî ji zîndana gundê Maratê yê li rojavayê bajarê Efrînê hatine berdan.
Hesen her wiha ragihand ku hinek girtiyên din jî ji zîndanên din li herêma Efrînê hatine berdan.
Nûnerê ENKSyê Ehmed Hesen diyar kir ku wan wekî Îtîlafê ji Hikûmeta Demkî xwestiye ku zîndan ji girtiyan bên valakirin.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.