Navên kesên ku di şewata Soranê de canê xwe ji dest da hatin eşkerekirin

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şewata Soranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di nava kesên ku di şewata şevîmana xwendekaran a navçeya Sorana Hewlêrê de canê xwe ji dest da de kesên ji Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî hene.

Cenazeyên 2 kesên ku ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn ji malbatên wan re hatin şandin.

Doh êvarê li navçeya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê agir bi şevîmaneke xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Soranê lê diman ket, 14 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Îdareya Serbixwe ya Soranê bi dest xistine, 6 ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye Îraqî, 3 ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, 3 kes ji Rojhilatê Kurdistanê û 2 kes jî ji Herêma Kurdistanê ne.

Di şewatê de mamosteyê Zanîngeha Soranê Îlham Wehîd Henam û birayê wî yê xwendekarê zanîngehê Mihemed Wehîd Henam, xwişka wan Rana Wehîd Henam a xebatkara tenduristiyê û dayika wan Mehdiye Henam û welatiyên Îraqî yên bi navê Alla û Qusey canê xwe ji dest da.

Cenazeyên 2 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê şandin bajarên wan

Elî Arif Ebdullahê ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê û hevjîna wî Rênas Sultana ji Rojavayê Kurdistanê, tevî Behram û Aram Mûradî yên ku mêvanên wan bûn canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Behram û Aram Mûradî ji Selmasê hatine serdana xalên xwe Elî Arif Ebdullah.

Cenazeyên her du birayan şandin Selmasê.

Li ser Cafer Herîrî û Ehmed Menan ên ku canê xwe ji dest da nasnameyên Sûriyeyê derketin lê nehat zanîn ku ji Rojavayê Kurdistanê ne yan na.

Hat ragihandin ku yek ji wan kesên ku di şewatê de bi dûmanê canê xwe ji dest da Mistefa Îsmaîl ji gundê Rosteyê yê navçeya Soranê û hevjîna wî Sana Samî jî ji navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê ne.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re got:

“Hemû qurbaniyan ji dûmanê canê xwe ji daye. Hemû tîmên parastina sivîlan bi hemû derfetên xwe welatiyên di hundirê avahiyê de rizgar kirin. Tîmên tenduristiyê hewl dan ku birîndaran rizgar bikin.

Li ser fermana serokwezîr, em dê komîteyeke taybet ava bikin û lêkolîneke cidî li ser çawaniya derketina agir bikin û çima wan kesan nekarîn hewl bidin xwe rizgar bikin.

Ti kes bi şewatê nemiriye lewma em dê komîteyeke taybet ava bikin û encaman ji welatiyan re ragihînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst