Hewlêr şeva borî bû hedefa dronan

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derengiya şeva borî, li nêzîkî komelgeha Sê Bîranê ya Hewlêrê 4 dron ketin xwarê û dronek jê ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hat xistin.

Doh bi şev demjimêr derdora 23:10an 4 dron li nêzîkî komelgeha Sê Bîranê ketin xwarê.

Herwiha dîsa doh êvarê demjimêr 18:05an droneke bombebarkirî li bajarê Hewlêrê xwe bi avahiyeke sivîlan de teqand.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran ragihand ku doh êvarê 4 dron li nêzîkî komelgeha Sê Bîranê ya Hewlêrê ketine xwarê.

Herwiha drona 5emîn jî ku ber bi balafirgeha Hewlêr ve diçû ji aliyê sîstema parastina asmanî ya hêzên hevpeymaniyê ve hatiye xistin.

Şêniyên Sêbiranê diyar kir ku dema dron ketine xwarê wan dengên teqînên xurt bihîstine.

Welatiyên Sê Bîranê ji Rûdawê re got, di encama teqînê de camên malên wan şikestin.

Dije Terora Kurdistanê jî li ser êrişa dronî daxuyaniyek da û anî ziman:

“Li gorî zanyariyan, îro danê êvarê demjimêr 18:05an droneke bombebarkirî li bajarê Hewlêrê xwe bi avahiyeke sivîlan de teqand. Bi xweşhalî ziyanên canî çênebûne.”

Li aliyê din ve Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller bi tundî êrişên li dijî balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û navendên ku karmendên Amerîkî lê dimînin şermezar kirin.

Miller got, “Gelek milîsên girêdayî Îranê ku bi serbestî li Îraqê tevdigerin, di serî de Îraq ewlehî û aramiya personelên me û hevkarên me yên li herêmê tehdîd dikin.”

Miller diyar kir ku hikûmeta Îraqê ji wan re gotiye ku ew bi biryar in ku nûnertiyên dîplomatîk ên li welêt biparêzin.

Nêzîkî 2500 personelên Amerîkayê li baregehên leşkerî yê li Îraq û Herêma Kurdistanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst