Serok Mesûd Barzanî li ser şewata Soranê daxuyaniyek belav kir

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Şewata Soranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê de canê xwe ji dest dabû sersaxî xwest.

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, doh êvarê agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Soranê lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Serok Barzanî li ser karesata şewatê daxuyaniyek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi bihîstina nûçeya şewata avahiyeke niştecîbûnê ya li bajarê Soranê gelekî xemgîn bûm ku mixabin di wê bûyerê de hijmarek ji welatiyên sivîl mirin û yên din jî birîndar bûn.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên vê karesatê re dixwazim û xema wan parve dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi bihûştê şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya lezgîn bide birîndaran.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst