Kilîs: Cenazeyê kalekî 86 salî li çolê hat dîtin

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kilîs Alzeheimer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê kesekî 86 salî li çolê hat dîtin.

Li gorî agahiyan, li taxa Şêxmehmetê ya Kilîsê cenazeyê mêrekî 86 salî yê nexweşê alzeheimerê hat dîtin.

Berî 2 rojan malbata wî ragihandibû ku ew winda bûye.

Welatiyên wê taxê yên ku cenaze li çolê dîtin agahî dan polîsan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polis çûn cihê ku cenaze lê hatiye dîtin.

Di encama pişkinînên destpêkê de tîman zanîn ku ew cenazeyê kesekî bi navê H.N yê 86 salî yê nexweşê alzeheimerê ye.

Tîmên tenduristiyê cenaze veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddînê ya Kilîsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst