Erzirom - Otomobîlek li hesinên kêleka rê qelibî: 1 jê zarok 5 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê otomobîlek ji rê derket û li hesinên li kêleka rê qelibî, 1 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera parêzgehên Erzirom û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê de otomobîla ku O.P. şofêrtiya wê dikir ji rê derket û li hesinên ku li kêleka rê hatine danîn qelibî.
Di encamê de yek jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û Polîs çûn cihê bûyerê.
Her 5 kesên birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.