Beşeke Gola Çildarê xwe li ber sermaya zêde negirt û qerisî

Hewlêr (Rûdaw) - Ava Gola Çildarê ye li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê xwe li ber sir û sermayê negirt û beşeke rûberê wê qeşa girt.

Wênegir Ozgen Beşlî çû û wêneyên golê bigire da ku nîşanî geştyaran bide êdî gol hêdî hêdî xwe ji bo pêşwaziya wan amade dike.

“Navendeke xweşiyê ye”

Wênegir Ozgen Beşlî anî ziman:

“Gola Çildirê ji bo Qersê yek ji navendên girîng ên geştiyariyê ye. Zivistanan li vê derê dîmenên bêhempa tên tomarkirin û yek ji cihên naskirî yên Tirkiyeyê ye.

Geştiyarên biyanî û navxwe tên vê derê. Ez jî ji bo wêneyên bigirim hatim. Gola Çildirê niha bi temamî qeşa negirtiye û beşeke wê qerisiye.

Gola Çildirê cara yekem ji vê derê qeşa digire. Em zivistanê geştyarên biyanî û navxwe vedixwînin Gola Çildirê. Ev der navendeke xweşiyê ye.”

Dema ku gol bi temamî diqerise geştyar dikarin li ser hemû rûberê wê bi hespan û meşê bigerin lê hîn nehatiye wê asta qerisînê.

Niha tenê li qeraxên golê wêne û dîmenan tomar dikin û vedigerin.

Geştyar Îlayda Ustunakinê anî ziman:

“Xwezî me bikariba biçin ser rûberê wê lê nebû. Êdî heta careke din, ji ber ku em difikirin ku carek din jî werin.

Ya rast me demên gelekî xweş derbas kirin lê ez bawer im em hinekî zû hatine.”

“Me dixwest li ser rûberê golê bi kaşkaşok û hespan bigerin”

Geştyar Asli Balciyê jî got:

“Em ji Stenbolê ji bo bêhnvedanê hatin Qersê. Em niha jî li Gola Çildirê digerin. Gelekî xweş e û me eciband.

Me dixwest li ser rûberê golê bi kaşkaşok û hespan bigerin lê hîn bi temamî ne qerisiye û Înşalah heta careke din em hatin dê biqerise.”

Gola Çildarê ku dikeve navbera sînorên parêzgehên Qers û Erdexanê, li ser asta Bakurê Kurdistanê gola herî mezin a duyem e.

Rûberê golê 123 kîlometre çargoşe, ava wê şêrîn û ji bo girtina masiyan guncaw e.

Gol her sal dawiya meha Kanûna Pêşînê bi temamî diqerise û xelkê navçeyê heta derdora 20ê Adarê li ser rûberê wê masiyan jî digirin.