Li Colemêrgê piştî baranê berfê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê piştî baranê berfê dest pê kir û navenda bajêr spî bû.

Li parêzgehê ku ji doh ve baran dibarî, serê sibeha îro berfê dest pê kir û her der bi rengê spî xemilî.

Navenda parêzgehê bi berfê spî bû û li ser otomobîl û banê avahiyan berf kom bû.

Herwiha li hinek cihên bilind rêyan qeşa girtiye.

Îdareya Taybet a Bajêr ragihandiye ku ji bo rê ji ber berfê neyên girtin, tîmên wan dest bi kar û xebatên xwe kirine.

Li gor Îdareya Taybet a Bajêr, rêya Girê Şivekurê qeşa girtiye û ji şofêran hat xwestin ku eger ne zêde pêwîst be wê rêyê bikar neyînin û heta zincîran li lastîkên otomobîlên xwe girêdin dernekevin ser rêyan.