Nêçîrvan Barzanî ji bo karesata Soranê ferman da

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Şewata Soranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê de canê xwe ji dest dabû xwest.

Barzanî Ji bo ku careke din karesatên bi vî rengî çênebin ferman da aliyên pêwendîdar.

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamoste lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest dabû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser şewata Soranê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê bi Birêveberê Îdareya Serbixwa ya Soranê Helgurd Şêx Necîb re axiviye û derbarê bûyerê de zanyarî wergirtiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê da canê xwe ji dest dabû xwest.

Herwiha Barzanî hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û amadebûna xwe ji bo her alîkariyên pêwîst ji bo birîndar û qurbaniyan nîşan da.

Li aliyê din Barzanî ferman da Îdareya Serbixwe ya Soranê û aliyên pêwendîdar ji bo careke din karesatên wiha rû nedin tedbîrên pêwîst bigirin.

Di şewata ku doh êvarê li navçeya Soranê di avahiyekê de derket de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest daye de xwendekar û mamosteyên zanîngehê jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst