Artêşa Tirkiyê li gundên Kanî Masî dest bi operasyoneke bejahî û esmanî kir

09-12-2022
RÛDAW
Artêşa Tirkiyê li gundên Kanî Masî dest bi operasyoneke bejahî û esmanî kir
Artêşa Tirkiyê li gundên Kanî Masî dest bi operasyoneke bejahî û esmanî kir
Nîşan Kanî Masî Herêma Kurdistanê Artêşa Tirkiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî ji gundê Elîxan ê ser bi nahyeya Kanî Masî ya parêzgeha Duhokê ragihand, ji ber operasyoneke esmanî û bejahî ya li nêzîkî gundê wî, hêzên Tirkiyê rê nedan ku ew derbasî gundê xwe bibe. Gundiyekî ji heman gundî jî diyar kir ku ew di gundê xwe de asê maye û nikare derkeve.

Welatiyê ji gundê Elîxan ê nahyeya Kanî Masî ya navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê Mihemed Emîn bi rêya telefonê ji Rûdawê re ragihand, “Em di nav zevî û baxçeyên xwe de bûn, di demjimêra 09:00an de 5 helîkopter hatin û dest bi bombebarankirina Kela Bêtenîr û Qurniyê Gerê yên nêzîkî gundê me kirin, piştre hêzên xwe daxistin û li Kela Bêtenîrê bi cih kirin.”

Li gorî wî kesî, operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e, car caran dengê çekên sivik û navîn li nêzîkî gundê wan tê.

Welatiyê ku niha li gundê xwe asê maye û nikare derkeve got ku 2 top tenê 600 metre li nêzî gundê wî ketine xwarê û bûye sedema tirsê.

Welatiyê gundê Elîxanê Mihemed Elî ji Rûdawê re got, “Em di demjimêr 09:30ê sibehê de ji gundê Şimaîlayê ku gundekî Kirîstiyanan e derbas bûn da ku em biçine gundê xwe lê Tirkiyê xaleke kontrolê ya leşkerî li ser rêya gundê me çêkiribû û rê nedan ku em biçine gundê xwe.”

Li gorî wî kesî ku vîdeo ji Rûdawê re şandiye, îro danê sibê Tirkiyê li derdora gundên Tirwaniş û Elîxanê dest bi operasyona esmanî û bejahî kiriye.

Mihemed Elî anî ziman, “Nêzîkî 20 merivên me li gundên Tirwaniş û Elîxanê ne, em nizanin çawa xwe bigihînin wan bi taybetî li gundê Elîxanê.”

Di 17ê Nîsana îsal de Tirkiyê operasyoneke berfireh a bi navê “Pence-Kilîl” li dijî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê dest pê kir. Heta niha li 22 xalên stratejîk leşker bi cih kirine.

Di 3ê Mijdara 2022an de Tirkiyê li derdora gundên Elîxan û Tirwanişê operasyoneke 2 rojî dabû destpêkirin û piştî wê hêzên xwe ji herêmê vekişandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst