Dr. Kawa Ezîzî: Kes HSDê wek nûnerê Kurdan qebûl nake ku biçe Şamê û Pirsa Kurd çareser bike

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî beriya çend rojan gotibû ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Hikûmeta Sûriyê re, ew dixwaze bi xwe biçe Şamê lê divê berî çûna wî rê bo wê diyalogê bê xweşkirin. Piştî van axavftinan cardin mijara gotûbêjên navbera Şam û Rêveberiya Xweser de ketiye rojevê de. Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî got, “Kes HSDê wek nûnerê Kurdan qebûl nake ku biçe Şamê û Pirsa Kurd çareser bike.”

Hevserokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd dibêje ku navbeynkariyeke Rûsî çê bûye lê hikûmeta Sûriyê hîn jî zehmetiyê di pejirandina diyalogê de dibîne.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê ku beşeke ji Itîlafa Sûrî ya opozisyonê dibîne ku diyaloga Rêveberiya Xweser li gel hikûmetê karekî bê sûd e.

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku bêyî itîrafa bi mafên gelê Kurd aramî li navçeyê pêk nayê.

Hevserokê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd ragihandiye ku, navbeynkariyeke Rûsî çê bûye û daku diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê pêk bê, lê hikûmeta Sûriyê hêj zehmetiyê di pejirandina diyalogê de dibîne.

Bi heman awayî, Fermangeha Pêwendiyên Derve nîşan bi wê yekê daye ku, diyaloga niştimanî ya Sûrî, û hebûna çareseriyê di çarçoveya Sûriyê de û dîtina Şamê wek arasteya çareseriyê, ji prensîpên Rêveberiya Xweser in ku rê nade parçekirina Sûriyê, lê ew bi hemû erkên pêkanîna wê diyalogê pabend e û hemû corên destêwerdanên derve jî red dike.

Di vê derbarê de, Sekreterê Partiya Demokratî Kurdistanî li Sûriyê Ciwan Ebdilkerîm Sikko ser bi Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re eşkere kir.

Sekreterê Partiya Demokratî Kurdistanî-Sûriyê Ciwan Ebdulkerîm Siko got, “Çareseriya krîza Sûriyê divê li Şamê be, li ser vî esasî karê me ew e ku hevpeyvîn û danûstandin di navbera me û Şamê de hebe.”

Ji aliyê xwe ve Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî ji Rûdawê re eşkere kir, danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de pûç û vala ne.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî anî ziman, “Ew peywendiyên ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de çê dibe, li ser wê herêma ku Amerîkî lê ne dibe. Ew herêm ne di destê Rûsya, HSD û Sûriyê de ye. Rûs dixwazin HSDê ji Amerîka bidizin. Kes HSDê wek nûnerê Kurdan qebûl nake ku biçe Şamê û Pirsa Kurd çareser bike û wan bi xwe ti caran ji xwe re nekirine xem ku Pirsa Kurd çareser bikin. Ew tenê bergiriya desthilata xwe û berjewendiyên xwe yên hizbî li rojhilatê Firatê dikin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî, di hevpeyvînekê de ligel medyaya Erebî ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hikûmeta Sûriyê re ew dixwaze bi xwe biçe Şamê, lê divê berî çûna wî rê bo wê diyalogê baş bê xweşkirin. Her wiha got, Esed hişmendiyeke zêde baş nîşan da dema hevdîtina li gel Erdogan red kir.