Parlamenterê HDPê: Erkê me azadiya Kurdistanê ye

09-12-2021
RÛDAW
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nusrettin Maçin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nusrettin Maçin
Nîşan Nusrettin Maçin HDP Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçin dibêje, “Erkê me yê sereke azadiya Kurdistanê ye. Hebûna Kurdistanê ne cihê nîqaş û gengeşê ye.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nusrettin Maçin ku duh ji ber gotina “ji Kurdistanê re azadî” bi dûrxistina ji sê civînên giştî yên parlamentoya Tirkiyê, hat cezakirin, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û behsa bûyerê û siyaseta partiya xwe kir.

`AKP û MHP dijberiya Kurd û Kurdistanê dikin`

Nusrettin Maçin amaje bi wê kir ku li Tirkiyê bêtehemûliyek li hemberî rastiya Kurdistanê heye û got, “Evv ne cara yekem e ez li kursiya parlamentoyê Kurdistanê binav dikim” û li ser bûyera duh jî got, “Wezîrê Navxwe ji bo ku bersiva pirsên me û CHPê nede, her pirs û gotin wek teror û hevalbendê terorê binav kir. Dema ku min behsa çandiniya li Tirkiyê kir û min behsa projeyên DAP û GAPê kirin ku her jî li herêmên Kurdistanê ne û min rexne girtin, ev li zora wan çû. Dema min got, `ji Tirkiyê re demokrasî û ji Kurdistanê re azadî`, ew gelek ji vê gotinê aciz bûn. AKP û MHP bi siyaseta xwe dijberiya Kurd û Kurdistanê dikin.”

`Hebûna Kurdistanê ne cihê nîqaşê ye`

Li ser siyaseta AKP û MHPê jî ew parlamenterê HDPê dibêje, “Li parlamento û derveyî parlamentoyê, kî mixalîf be bi terorê tometbar dikin û dibêjin, `hûn bi hêzên derve re kar dikin`. Ev herdu jî çîrok in” û derbarê Kurdistanê de jî tekez kir, “Kurdistan xwedî 12 hezar sal raboriyê ye û hebûna wê ne cihê gengeşiyê ye. Azadiya Kurdistanê erka me ya herî sereke ye.”

Derbarê helwesta aliyên opozisyonê jî parlamenterê HDPê dibêje, CHP bê alî ma û hersê aliyên din jî piştgirî dan dengdana cezakirina wî û diyar kir, “Ev 100 sal e li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa heye. Ez vê yekê nakim cihê nîqaş û gengeşiyan.”

Cezakirina parlamenterê HDPê

Li Parlementoya Tirkiyê gotûbêjên li ser budceya 2022 a Tirkiyê berdewam in û jibilî rewşa aborî nîqaşên tund li ser rewşa siyasî jî rû didin.

Parlamenterê HDPê yê Rihayê Nusrettin Maçin jî di civîna giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de  got, “Em dê siberojê ava bikin. Em dê di avakirina Tirkiyeya nû de biratî û yekîtiya gelan misoger bikin. Em dê bi dirûşma demokrasî û aştî ji bo Tirkiyê û azadî ji Kurdistanê bibin desthilatdar."

Li ser van gotinan Serokwekîlê Koma AKPê li Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Elîtaş nîşan da û got,  “Ew dibêje ji Kurdistanê re azadî. Ew hewl dide Komara Tirkiyê arçe bike. Ji kerema xwar mudaxeleyê wî bikin? Divê ev bê tomarkirin.”

Helwesta CHPê

Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bi piranya dengên parlamenteran bi dûrxistina ji sê civînên giştî yên parlamentoya Tirkiyê hat cezakirin. CHP di dengdanê de bêalî ma.

Piştî vê biryarê Maçin nikare beşdarî civînên roja Pêncşem, Înê û Şemiyê yên Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst