Xwandevaneke ji Rojava ji bo bixwîne pere deyn kir

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke ji bajarê Qamişlo ku li gel malbata xwe li Hewlêrê dimîne, berî 2 salan pileyên wê di bekeloriya de  %95ê bû. Bi gotina wê, dema forma Zanko Line dagirtiye, bi şaşî hinek beş tijî kirine.

Wê pere deyn kirine, û sala xwe ya yekê derbas kiriye, lê îsal ew nikare qistê xwendina xwe bide, lewma egereke mezin heye, ku ji xwendina xwe bê par bimîne.

S.M salek ji xwendina xwe temam kiriye, lê tirsa wê heye ku berdewam neke. Temenî wê 19 sal e. Xelka bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Xwendevana sala 2 ye li Koleja Zanistên Tendrustî li Xankoya Hewlêr ya Pizîşkî.

Li pola 12 pileya 95 bû, lê bi gotina wê, dema dagirtina forma Zanko Line, xwe bi şaşî li beşa bi pere tomar kiriye û ew hate qebûlkirin, lê rewşa wê ya aborî dibe rêgir li ber berdewamiya wê ji xwendina wê re.

5 sal e li Hewlêrê li gel malbata xwe dimîne. Bavê wê berî 2 salan neştergeriyek ji pişta xwe re drust kiribû û niha tenê birayekê wê kar dike, ew mûçe jî tenê jiyana wan birêve dibe.

Salane pêwistiya wê keçê, bi 2 milyon û 200 hezar dînarên Iraqê heye, ew dibêje eger kesek xwedî lê derkeve, ewê xwendina xwe ya macistêr û diktora jî temam bike.

Ji aliyê yasayî ve, her xwendevanek li beşên bi pere qistên xwe yên zanîngehê nede û piştî çend agahdarkirinan, navê wî li zanîngehê tê reşkirin.

Tevî van astengiyan, lê bi gotina wê heta niha hêviyên wê ranewestane, eger heye xwenidna xwe ya mastêr û doktora jî bike eger kesek van çend salan lê wê xwdî derbikeve.