Berfê Qers xemiland

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê berf bariya û herçiqas bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir lê xemla spî ya bajêr ew kêfxweş jî kirin.

Li parêzgehê barîna berfê di demjimêrên êvarî de destpê kir û dê heta 9ê Kanûna 2021ê berdewam be û li navenda bajêr ji ber mesafeya dîtinê kêm bû di trafîkê de zehmetî çêbûn.

Ligel vê yekê geştyarên li parêzgehê ku bi barîna berfê kêfxweş bûn dîmenên şûnwarên dîrokî û xwe girtin.

Li gor agahiyên Saziya Keşûhewayê dê barîna befrê li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam be.