Serokê Giştî yê HUDA-PARê ji Serok Barzanî re sersaxî xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ji bo Pêşmergeyên ku di êrîşa DAIŞê de şehîd bûne sersaxî da Serok Mesûd Barzanî.

Peyama Serokê Partiya HÛR Dava (HÛDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu ji aliyê nûnerê partiyê wî yê Hewlêrê Abdulsamed Yalçin ve ji Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Huseyîn re hat ragihandin ku bigihîne Serok Mesûd Barzanî.

Di peyama xwe sersaxiyê ya ji bo şehîdbûna pêşmerge û hemwelatiyên sivîl de ku aresteyî Serok Barzanî kiriye wiha dibêje:

“DAIŞê sê êrîş da ser Kurdistanê û di êrîşa paşî de deh Pêşmerge û sê hemwelatiyên medenî qetilkir.

Em temenni dikin ku Rebbul alemîn şehîdan bi rehma xwe şad bike, wan têxe beheşta xwe, sebrê bide malbatên wan û şîfayê ji birêndaran re bişîne.

Bira serê mê yên mayî sax be û Xweda gelê Kurd ji mûsîbetên mestir bi parêze.

Bi hêviya rojên baştir her baş û bextewar bin. Di gel rêz da.”