Ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî 5 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê 5 bikarhêrenên medyaya civakî hatin girtin ku ji ber parvekirinên xwe hatibûn desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Meletî derbarê xebatên xwe de daxuyanî da û ragihand ku 102 gumabar bo dadgehê şandine.

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Ewlekariyê ya Meletî dibêje, 102 bikarhênerên medyaya civakî, ji ber parvekirinên xwe, ku beşek ji wan bi tohmeta hekaretkirina li dijî  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û beşek jî bi hinceta propagandaya PKK, TKP, TÎKKO û DAIŞê hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Meletî da zanîn ku ew 102 gumanbar bo dadgehê hatine şandin û ji wan 5 kes hatine girtin.