Şaredariyê Bedlîsê bi santrala enerjiya rojê elektirîkê berhem tîne

09-12-2020
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Enerjiya Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya Projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê de ku Şaredariya Bedlîsê bi Serokatiya Îdareya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) ya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê re hevbeş dimeşîne mehane 2,1 megavat elektirîk tê berhamanîn.

Şaredariya Bedlîsê li herêma gundê Ximbilçûrê li rûberê 30 donimî  5 hezar û 400 panêl danîne û ava kir da vejena ceyranê hildiberîne.

Santral ji bo ji enerjiya rojê sûd wergirin li berojê çiya hate avakirin. Şaredariyê ji enerjiya ku ji santralê hate berhemanîn, biqasî 400 hezar lîre dahat bidest xistiye.

Şaredarê Bidlîsê Nesrullah Tanglay ragihand ku wan 50 proje amade kirine û hewl didin wan yek bi yek bi cî bînin.

Tanglay behs kir ku di nav projeyên wan de Projeya Santrala Enerjiyê ya Rojê xwedî cihekî gelekî girîng e û wiha axivî: “Me ev projeya ku berî hilbijartinê soz dabû bi cî anî. Me projeya enerjiya rojê ya 2,1 megavatî pêk anî. Piştgiriya vê ya ji bo Şaredariya Bedlîsê mehane dora 400 hezar lireyî ye. Bi taybetî ji ber ku sermaye û dahata Şaredariya Bedlîsê bixwe tune em zehmetiyên aborî dikşînin. Ev proje bû wesîle ku 400 hezar lire bikeve ser hesabê Şaredariya Bedlîsê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst