Mîrê Kurdên Êzidî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir

09-12-2018
RÛDAW
Nîşan Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg Pîrozbahî Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi boneya berbijêrkirina wan ji bo herdu postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ve, Mîrê Kurdên Êzidî yên li seranserê cîhanê, Mîr Tehsîn Beg pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kir.

 

Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û seranserê cîhanê, Mîr Tehsîn Beg di peyama xwe de dibêje: “Bi vê helkevtî em germtirîn û cuwantirîn pîrozbahiyan li we dikin û di erk û rola we ya serkirdatiyê de ya jibo bihêzkirina pêwendiyên bawerpêkirî û jihevtêgihîtina di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de, bi rêya dayîna mafên wan bê cudaiya asyînî etnîkî, hêviya serkevtinê ji we re dixwazin, ew yek jî jibo bicihanîna prensîpên weke hevbeşiya rasteqîn, hevsengî û rêkevtinê, bi awaykê ku maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Kurdistanî were parastin.”

 

Mîrê Kurdên Êzidî herwiha dibêje: “Em li benda rola çalak û nuwaze ya cenabê we dikin, daku hewlên xêrê bidin jibo çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de li gorî destûrê, bi armanca bidestxistina bawerî û jihevtêgihîştina hevbeş bo çareserkirina wan nakokiyan, herwiha bo bicihanîna mafan û bicihkirina demokrasî, piralîtî û bidestxistina seqamgîriya siyasî û xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û dabînkirina jiyaneke bi rûmet û refah ji bo tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê.”

 

Di beşeke dina peyama xwe de, Mîr Tehsîn Beg tekez dike: “Em bi geşbîniyeke mezin ve li rola we û serkirdatiya dinêrnin, jibo ku di kabîneya nû de kursiyeke wezartê bidin Kurdên Êzdî, û herwiha giringî bidin awareyên Şingalê û giringî bidin beşdarîkirina di rizgarkirina wan Êzidiyên ku heta niha jî li cem rêxistina terorîstî ya DAIŞê mane û herwiha bo beşdarkirina di avedankirina navçeyên Êzidiyan de, bi armanca vegera awareyan bo navçeyên xwe.”

 

Partiya Demokrata Kurdistanê di civîna encûmena serkirdatiya xwe de, ku roja 3ê Kanîna îsal hat lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berbijêr kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst