Li ser rêya Koye-Hewlêrê bûyereke dijwar a trafîkê qewimî

09-12-2018
RÛDAW
Nîşan Koye Hewlêr. Bûyera trafîkê Polîsê Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya sereke ya Hewlêr-Koyê bûyereke trafîkê çê bû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek din jî bi giranî birîndar bû.

 

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê, Fazil Hacî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro Yekşembî (09-12-2018) di demjimêr 11:30an de lis er rêya sereke ya Hewlêr-Koyê li nêzîkî Hewraze Neft, bûyereke trafîkê di navbera du otomobîlên taksî de çê bû, ku yek ji wan ji Hewlêrê ber bi Koyê ve diçû û ya din jî ji Koyê ber bi Hewlêrê ve di rê de bû.”


 

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê diyar kir: “Di encama vê bûyerê de mixabin kesekî canê xwe ji dest da û kesek din jî bi giranî birîndar bû, herwiha tevî zirarên canî, ziyanên maddî jî gihîşte herdu otomobîlan.”

 

Derbarê sedema bûyerê de jî, Fazil Hacî ji Rûdawê re got: “Ji ber ku ti kamêrayeke çabdêriyê li nêzîkî cihê bûyerê nebûye ş herdu otomobîlan rû bi rû li hev dane, tîma lêkolînê nekarîne yekalî bikin, ku kîjan otomobîl ji sayda xwe derketiye û bûye sedema bûyerê.”

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst