Lêkolînên li ser Komkujiya Şingalê rawestiyane

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Lêkolîna Komkujiya Şingalê ragihand, ji ber hebûna Heşda Şeibî li deverên Kurdên Êzidî, nikarin li Şingalê li ser komkujiyê lêkolînên pêwîst bikin.

 

DAIŞê di Tebaxa 2014an de li cih û warê Kurdên Êzidî li Şingal û derdora wê komkujî kir.

 

Komîsyona Lêkolîna Komkujiya Şingalê diyar dike, ji ber ku hêzên Heşda Şeibî li Şingalê ne, nikarin lêkolînên pêwîst pêk bînin.

 

Komîsyonê heta niha 2 hezar dosye amade kirine.

 

Welatiyê bi navê Semîr Şakir ku bavê wî û birayên wî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin ji Rûdawê re aşkere kir, ku ji malbata wî 15 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û du kes jî di gorên komî de ne, herwiha yên din jî çarenûsa wan ne diyar e.

 

Dadwer Emîn Mistefa ku ji sala 2014an ve serokê desteya lêkolînê ye diyar dike, ku ji ber aliyên desthilatdar ên li Şingal û derdora wê, nikarin biçin lêkolînên xwe bikin û dibêje: “Li wê derê îdare tine ye, îdareyeke xwecihî ku nûneriya parêzgeha Mûsilê bike tine ye, ji meha deh heta niha, ti serdan û hatûçûna me ya ber bi wê derê tine ye.”

 

(Î.A)