Selîm Cibûrî: Divê koçberên li Kerkûkê vegerin cihên xwe

09-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiyan û piştî wê hevdîtinê Cibûrî ragihand ku, divê koçberên Iraqê yên li Kerkûkê di demeke nêzîk de vegerin cihên xwe.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî îro serdana Kerkûkê kir û ligel Parêzgar Necmedîn Kerîm û serokên fraksiyonên Encumena Parêzgeha Kerkûkê û serokên eşîretan civiya.

Piştî civînê Kerîm û Cibûrî civînek rojnamevaniyê lidar xistin û di wê civînê de Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku, Pêwîstiya Hikûmeta Iraqê bi alîkariya Hêzên Pêşmerge heye bo şerê DAIŞê. Pêwîst e her kes li dijî DAIŞê şer bike.

Selîm Cibûrî wiha got: “Divê ew koçberên ku vê dawiyê hatine Kerkûkê, di demeke nêzîk de vegerin cihên xwe.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Kerkûkê gilî ji Hikûmeta Iraqê kir, ku barê koçberan tenê li ser milê îdareya Kerkûkê hiştiye û bi ti awayî alîkariya wan nekiriye.

Kerîm her wiha daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku bi hewara koçberan bê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna Cibûrî digel Kerîm û serokên fraksiyonên Encumena wê Parêzgehê û serokên eşîretên wê de, Cibûrî sipasiya Hêzên Pêşmerge kir, li ser parastina ewlehiya Kerkûkê bi bû cudahî di navbera pêkhatên wê de.

Spasiya Serokê Parlamentoya Iraqê bo Pêşmerge serokên eşîretên Iraqê hêris kir û bo sedem ku ji civînê derkevin.

Li gorî heman agahiyan, nasnameya Kerkûkê jî alozî di wê civînê de çê kir, ew jî piştî ku Cibûrî got: “Asman û nasnameya Kerkûkê iraqî ye.”

Nûnerên ereban di civînê de, destxweşî li Serokê Parlamentoyê kirin, lê nûnerên kurdan ew gotin red kirin û tekez kirin ku, “Kerkûk kurdistanî ye.”

Gotina ereb û kurdan, tirkman hêris kirin û gotin, Kerkûk ne erebî ye û ne jî kurdî ye, “Kerkûk bajarekî tirkmanî ye.”

Piştre ew civîn tê çû û Serokê Parlamentoyê biryar da ku, ligel her aliyekî bi tenê rûnê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst