Newşîrwan Mistefa serokatiya parlamentoyê dixwaze

09-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Roj bi roj gotûbêjên pêk anîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gerimtir dibin, û her aliyekî lîstekê daxwaz û mercan ji bo beşdarîkirin di hikûmeta nû de amade kiriye.

Bizava Goranê, ku PDKê tekez dike ku dê beşdarî hikûmeta nû bibe, heta niha di nav xwe de yekalî nebûye li ser wê yekê, gelo posta serokatiya parlamentoyê werbigirin yan jî posta cîgirê serokê hikûmetê.

Endamekî Bizava Goran ji Rûdawê re ragihand :“Gotûbêjeke germ di nava Biazava Goranê de li ser postên wezarî heye, û heta niha ev pirs nehatiye yekalî kirin”.

Wî endamî, ku nexwest navê wî eşkere bibe, herwiha got “Du arasteyê cûda di nav Goranê de hene, arasteyek digel wê yekê de ye ku Goran posta serokatiya parlamentoyê werbigre, û arasteya din dixawze Goran posta cîgirê serokê hikûmetê bibe”.

Endamê Goranê eşkere kir ku Rêkxerê Giştî yê Bizava Goran, Newşîrwan Mistefe, digel wê yekê de ye ku Goran posta serokatiya parlamentoyê werbigre.

Derbarê postên wezarî, wî endamî wiha got “Nabê para Goran ji 4 wezaretan kêmtir be, ji ber ku xelk ji wiha kêmtir ji me qebûl nakin”.

Herwiha amaje kir ku pêwîste yek ji wezareta darayî yan navxwe di dest Goran de be, û ji wezaretên xezmetguzarî jî pêwîsta perwerde, saxlemî yan şaredarî ya Goran be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst