Li Holê 7 çekdarên DAIŞê hatin girtin û cenazeyek jî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Kampa Holê û derdora wê 7 endamên DAIŞê girtin û her wiha cenazeya jinekê jî hat dîtin.
Li Kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh bi navê “Ewlehiya Domdar” hatiye destpêkirin.
Operasyona Ewlehiya Domdar ji aliyê HSD, Hêzên Ewlehiya Navxwe û YPJê ve di roja xwe ya 4an de berdewam dike.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar derbarê operasyonê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya 7 çekdarên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin.
Li aliyê din, li beşa Muhacîrat a Kampa Holê jî cenazeyê jinekê dît.
Aliyên pêwendidar ên Hêzên Ewlehiya Navxwe û Heyva Sor a Kurd lêpirsîn da destpêkirin.
Di roja sêyem de jî 16 endamên DAIŞê li nav Kampa Holê û derdorê wê hatibûn girtin.
Kampa Holê
Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.
Piraniya kesên ku li kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevlî DAIŞê bûne.
Kampa Holê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.