Li Holê 7 çekdarên DAIŞê hatin girtin û cenazeyek jî hat dîtin

09-11-2024
RÛDAW
Nîşan Ewlehiya Domdar Operasyon Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Kampa Holê û derdora wê  7 endamên DAIŞê girtin û her wiha cenazeya jinekê jî hat dîtin.

 Li Kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh  bi navê “Ewlehiya Domdar” hatiye destpêkirin.

Operasyona Ewlehiya Domdar ji aliyê HSD, Hêzên Ewlehiya Navxwe û YPJê ve di roja xwe ya 4an de berdewam dike.

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar derbarê operasyonê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya 7 çekdarên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin.

Li aliyê din, li beşa Muhacîrat a Kampa Holê jî cenazeyê jinekê dît.

Aliyên pêwendidar ên Hêzên Ewlehiya Navxwe û Heyva Sor a Kurd lêpirsîn da destpêkirin.

Di roja sêyem de jî  16 endamên DAIŞê li nav Kampa Holê û derdorê wê hatibûn girtin.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevlî DAIŞê bûne.

Kampa Holê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst