Li Agiriyê du qeza: 9 kes birîndar bûn

09-11-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeyên Avkevir û Bazîdê yên parêzgeha Aigiriyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 9 kes birîndar bûn.

Li gundê Gezgezikê yê navçeya Avkevirê wesayîtek û traktorek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn  cihê qezayê.

Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Avkevirê.

Piştî midaxeleya ewil ji birîndaran 2 kesên ku rewşa wan xedar bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê hatin kirin.

Li navçeya Bazidê jî otomobîl li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla a ku Cevdet G. diajot dema li otomobîla ku Cemal P diajot xist.

Ajokar Cevdet G.yê birîndar bû Mahmut G. û Hediye P.ya di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazidê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir