Ji Afrîkayê hatine da ku bibêjin ‘Em Kurd in û Kurdistanî ne'

Hewlêr (Rûdaw) – Dr. Ebdula Weysî got, “Newiyên Mela Ebûbekir îro hatine xaka bav û bapîrên xwe da ku ji me re bibêjin, ‘Em Kurd in, Kurdistanî ne û em dê heta hetayê Kurd bin.’”

Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand neviyên zaneyê Kurd Ebûbekir Efendî Xoşnawê ku salên 1800î ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê.

Li Hewlêrê merasîma danasîna belgefîlma Mela Ebûbekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" hat lidarxistin.

Serokê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Dr. Ebdula Weysî di vê merasîmê de axaftinek pêşkêş kir.

Dr. Ebdula Weysî, Mela Ebûbekir Xoşnaw wekî sembolek ji sembolên Îslamê bi nav kir û da zanîn ku neviyên wî şanaziyê bi nasnameya wî dikin.

“Rûdaw wekî mala me hemûyan e”

Dr. Ebdula Weysî li ser belgefîlma Mela Ebûbekir Xoşnaw ku karekî Rûdawê ye got, “Rûdawa ku wekî mala me hemûyan e ev diyariya xweşik pêşkeşî civaka gelê Kurdistanê kir.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê amaje pê kir, Mela Ebûbekir Xoşnaw beriya niha bi 160 salî ji Kurdistanê çûye başûrê Afrîkayê da ku “peyama bihevrejiyanê û peyama Îslama rasteqîn bigihîne wê civakê.”

Dr. Ebdula Weysî diyar kir ku Mela Ebûbekir Xoşnaw bi saya kar û xebatên xwe heta niha jî wekî remzeke ronak a Îslamê maye.

“Felsefeya wan li cîhanê reng vedaye”

Dr. Ebdula Weysî ragihand ku Mela Ebûbekir pirtûka xwe ya bi navê Biyan El-Dîn bi Erebî û Holendî nivîsiye û ev berhema bêhempa bûye çavkaniyeke sereke ya Îslamê û pê de çû:

“Ev, vê rastiyê nîşanî me dide ku di dîrokê de ji nava gelê Kurd zanayên mezin û diyar derketine. Ev zana, li cîhana Îslamê bûne kesên navdar û felsefeya wan li cîhanê reng vedaye.”

Serokê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê diyar kir ku zanayên Kurd li gelek deverên cîhanê navdar bûne û Seîdê Nûrsî wekî mînak nîşan da:

“Şêx Seîdê Nûrsî roleke gelekî mezin û berbiçav girte ser milên xwe, xizmeteke gelekî zêde kir. Nivîsên wî heta niha jî çavkaniyên hizr û têgihiştinê ne.”

Li gorî Dr. Ebdula Weysî, li Erebistana Siûdiyê zêdetir ji 70 zanayên Kurd li mizgeft û medreseyan erkên gelekî girîng bi cih anîne.

Serokê Yekîtiya Zanayên Kurdistanê, di berdewamiya axaftina xwe de qala gelek zanayên Kurd ên li welatên cihê yên cîhanê û girîngiya wan kir.

Dr. Ebdula Weysî herwiha anî ziman ku mela û zanayên Kurd ji bo belavkirina Îslama rasteqîn û xweşbîniyê hewl daye û wan xebatên gelekî hêja kirine û got:

“Tiştê ku Mela Ebûbekir Xoşnaw kiriye vê yekê nîşanî me dide: Zanayên Kurd ji bo gihandina peyama Îslama pîroz amade bûne ku dev ji zar û zeçên xwe berdin, dev ji mal û milk û welatê xwe berdin û qurbaniyan bidin.

Bi Kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe şanaz in”

Divê em bibêjin, zanayên Kurd her tiştê ku ji destên wan hatiye ji bo Îslamê kiriye û wan qet texsîr nekiriye û texsîr jî nakin.

Niha jî neviyên Mela Ebûbekir Xoşnaw bi Kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe şanaz in. Ev jî nişaneya vê yekê ku melayên Kurd hewl daye li kêleka nasnameya xwe ya olî nasnameya xwe ya neteweyî jî biparêzin.

Neviyên gelek neteweyan di nav neteweyên din de winda bûne lê kesekî Kurdperwer li dûrahiya bi hezaran kîlometre hewl dide nasnameya xwe ya neteweyî li kêleka nasnameya xwe ya olî biparêze.

"Em Kurd in, Kurdistanî ne"

Newiyên Mela Ebûbekir îro hatine xaka bav û bapîrên xwe da ku bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê ji me re bibêjin: ‘Em Kurd in, Kurdistanî ne û em dê heta hetayê Kurd bin.’”