Newzad Enwer Beg: Zanayên Kurd bûne haveynê şoreş û Kurdayetiyê

09-11-2023
Newzad Enwer Beg Bêtwate / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Newzad Enwer Beg Bêtwate / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mela Ebûbekir Xoşnaw Kurdên Afrîkayê Newzad Enwer Beg Zanayên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Newzad Enwer Beg Bêtwate got, “Zanayên Kurd ji xak, netewe û welatê xwe re xizmet kiriye. Bûne haveynê şoreş û Kurdayetiyê.”

Li Hewlêrê merasîma danasîna belgefîlma Mela Ebûbekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" hat lidarxistin.

Newzad Enwer Beg Bêtwate ku serokê eşîreke Xoşnawan e di vê merasîmê de axaftinek pêşkêş kir.

Newzad Enwer Beg Bêtwate da zanîn ku “Kurdan hebûna xwe parastiye” û got:

“Em li vê derê ji bo sedemeke baş civiyane. Kurd bi hezaran salan li axa Kurdistanê jiyane. Kurdan hebûn û mana xwe parastine, diparêzin û dê biparêzin.

Kurd, li dûv aştî û azadiyê digerin. Ji heyamên berê ve, li her mizgeftekê dibistaneke olî hebûye. Li van dibistanan bi hezaran zana perwerde bûne. Wan zanayan ji xak, netewe û welatê xwe re xizmet kiriye. Bûne haveynê şoreş û Kurdayetiyê.”

“Bûne stêrkeke geş a rewşenbîriyê”

Newzad Enwer Beg, bi vî awayî bal kişand ser medreseyên li herêma Xoşnawetiyê û girîngiya wan:

“Ev mederse li asîmanên Îraq û cîhana Îslamî bûne stêrkeke geş a rewşenbîrî û zanistê.”

Newzad Enwer Beg destnîşan kir, “Mamoste Evdilkerîm Muderis daye zanîn ku medreseya ewil a Îslamî li Kurdistanê ava bûye.”

Newzad Enwer Beg herwiha amaje pê kir ku gelek zanayên Xoşnawan li seranserê cîhanê belav bûne û wan li cîhanê şewq vedaye.

“Divê tu zanayên herêma Xoşnawetiyê peyda bikî”

Bi bîr anî ku dema Parêzgarê Bexdayê Dawid Paşa xwestiye medreseyeke bihêz ava bike zanayan jê re gotiye, “Heke tu dixwazî mederseyeke baş ava bikî divê tu zanayên herêma Xoşnawetiyê peyda bikî û ew zana medreseyê bi rê ve bibin.”

“Axa Kurdistanê axa we ye”

Newzad Enwer Beg Bêtwate diyar kir ku Mela Ebûbekir Xoşnaw ji bo belavkirina zanîn û rewşenbîriyê dev ji xweşî û dewlemendiyên welêt berdaye û berê xwe daye başûrê Afrîkayê û pê de çû:

“Li van herêmên duredest ji bo Îslam û rewşenbîriya Îslamê xizmeteke mezin kir û tewr neviyên wî jî beşdarî şoreş û serhildanên azadiyê yên gelê Afrîkayê bûn.

Em ji birayên xwe yên li başûrê Afrîkayê re dibêjin, ‘Axa Kurdistanê axa we ye. Hûn ji bo me şanazî û serbilindî ne.”

Newzad Enwer Beg di dawiya axaftina xwe de spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir ku “Bi van karên baş, xizmetê ji çanda Kurdan re dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst