Mamosteya Kurdî ji ber navên bajaran bû hedef!

09-11-2023
RÛDAW
Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin
Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin
Nîşan Mizgîn Yalçin Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin ji ber vîdyoya ku navê bajaran bi Kurdî hînî xwendekaran dike li ser medyaya civakî wekî armanc hat nîşandan.

Mamoste Mizgîn derbarê mijarê de ji parêzeran piştgirî xwest.

Mizgîn Yalçin li Gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamostetiyê dike.

Mizgîn Yalçin li ser medyaya civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê amade dike dersên Kurdî dide.

Yalçin li ser hesabê yê medyaya civakî yê bi navê “Kurdî Online” vîdyoyên dersên xwe parve dike.

Ji Kurdistan, Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbaycan û Tirkiyeyê xwendekarên wê hene û online ders dide wan.

Mamoste Mizgîn herî dawî li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kir û navên bajaran bi Kurdî ji xwendekaran re vegot.

Ev vîdyo ji aliyê hin kesan ve bê destûr hate parvekirin û wekî armanca hate nîşandan.

Hinek bikarhêner vîdyoya mamoste Mizgînê parvekirine Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê etîket kirine û wê wekî armanc dane nîşandan.

Bangî parêzeran kir

Min wêneyên profîlên kesên ku vîdyoya min bêyî destûra min li ser Twitterê weşandine girt.

Bawer bikin ezê destûr nedim bêhiqûqiya yên ku bi min nizanin min nasnakin bi neheqî hewl didin min lînç bikin.

Ez bi salan e mamostetiyê dikim û min ti carî parvekirinên ku naveroka wa siyasî ne nekiriye. Mijar çi be ew wê fêr dikim.

Ezê li hemberê çêr, îftira, lînçan bêdeng nemînim.

Hevalên parêzer, ji kerema xwe ji min re peyamek bişînin û em pêvajoya yasayî ya pêwîst bidin destpêkirin.”

Hesabê “Kurdî Online” yê mamoste Mizgînê ji aliyê 76 hezar kesan ve tê şopandin.

Mizgîn Yalçin di sala 2021an de jî ji ber vê xebata xwe ya li ser medyaya civakî xelata "Rahênera Herî Baş a Youtuber" wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst