AMED - Leşkeran ji ber 'cenaze' xaniyê wî xera kir

09-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xaniyê ku hatiye xerakirin/Wêne: Rûdaw
Xaniyê ku hatiye xerakirin/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Çinar Mahsûm Akboga Xanî Xerakirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi îdiaya cenaze di bin xanî de ye, leşkeran xaniyê malbatekê xera kir

Li gundê Rûberê yê navçeya Çinarê a Amedê, beriya 10 mehan bi hinceta ku ciwanek hatiye kuştin û cenazeyê wî di bin xanî de hatiye veşartin, xaniyê 2 qatî yê malbatekê ji aliyê leşkeran ve hate xirakirin.

Lê ji binê xanî ti cenazeyek derneket û ev îdia rast nebû. Malbata Akbogayan bi 3 zarokan re li derve ma.

Ew niha şerpeze ne û dixwazin dewlet vê mexdûriyeta wan ji holê rake.

Xaniyê Mahsûm Akboga beriya 10 mehan ji aliyê leşkeran ve bi kepçeyan hatiye xirakirin.

Mahsûm Akboga ji wê rojê ve bi 3 zarokên xwe re bê xanî ye.

Li ser wê erda ku niha rast bûye xaniyekî 2 qat ê Mehsûm Akboga hebûye.

Lê rojek bi angaşta ku ciwanek hatiye kuştin û cenazeyê wî di binê xanî de hatiye veşartin, leşker davêjin ser malê û xanî bi temamî xira dikin.

Ji binê xanî ti cenazeyek dernakeve û ev angaşt ango îdia pûç derdikeve.

Malbata Akboga ji wê rojê ve bê xanî û şerpeze ne.

“Dewletê xaniyê min bi ser min de xera kir”

Xwediyê xaniyê xirakirî Mehsûm Akboga got, “Psîkolojiya zarokên min xera bû.

Dema kepçeyek an leşkerekî dibînin ditirsin û direvin. Min vî xaniyî jî bi eziyeteke wisa lêkir, ez pir pê re westiyam.

Ji bavê min 15 donim ax ji min re mabû û min ew firot û min ji xwe re pê xanî lê kir.

Min got bila zarokên min perîşan nebin. Cihê me tinebû. Ez û birayên xwe tev li ba hevdû bûn.

Ez rabûm min vî erdî firot perê wî xist xanî. Min hê xêr jê nedît. Dewlet hat xanî bi ser min re xera kir û çû.

Kevir li ser kevir nehiştin, zarokên min perîşan bûn. Ez hîn jî deynê vî xaniyî didim.”

Hevjîna Mehsûm, Mulkiye Akboga jî her roj bi zarokên xwe re tê ser erdê xwe yê ku xaniyê wan hatiye xirakirin û niha tenê weke zeviyeke şemirandî xuya dike.

“Xaniyê me anîn xwarê û pişta xwe dan me”

Mulkiye Akboga bi zaroka xwe re li ser kavilên xaniyê xwe dilorîne û wiha anî ziman:

“Kes li me xwedî derneket. Xaniyê me anîn xwarê û pişta xwe dan me.

Xwedî li me dernakevin. Gotin `îlim êmê xanî xera bikin. Xanî bi ser me de xera kirin û li me ne pirsîn jî.”

“Li dibistanê gişt henekên xwe bi min dikin”

Seher Akboga keça Mehsûm Akboga ya biçûk jî diyar kir ji ber ku xaniyê wan hatiye xerakirin li dibistanê hevalên wê pê henekan dikin û wiha berdwam kir:

“Li dibistanê gişt henekên xwe bi min dikin dibêjin xaniyê te tine. Ez dibêjim wê xaniyê min lêkin hûn henekên xwe li bikin.

Ez dibêjim wê xaniyê me ji yê we xweşiktir bibe, hûn henekên xwe bi min dikin.”

Gundî, der û cîran û xizmên malbata Akbogayan jî li hemberî vê şerpezebûna wan heyirî mane.

Ew dibêjin niheqiyeke mezin li malbatê hatiye kirin û divê dewlet ji nû ve xaniyê wan lêke.

Mulkiye Akbogayê hevjîna Mehsûm Akboga got, “Ne cihê şûştinê heye, ne jî lavabo heye. Zarokên min ji bo lavaboyê diçin derve lê li derve kûçik hene. Ji tirsa newêrin herin lavaboyê.

Cihê me teng e. Em sê heb mînderan datîin bi zorê cihê wan çêdibe. Min bêriya xaniyê xwe kiriye.”

“Çûk be jî mirov hêlîna wê xera nake, zilmeke pir mezin bûye”

Jinbira Mehsûm Akboga ku navê wê jî Mulkiye ye wiha anî ziman, “Çûk be jî mirov hêlîna wê xera nake. Qey gunehê we pê nehat? Çilê zivistanê mirov mar ji qulê derdixe? Zilmeke pir mezin bûye.

Ez wan hewaleyî edaleta jorê dikim. Xwedê ji sebeban re, ji zaliman re, ji bêbextan re nehêle. Ti carî îfleh nebin. Têrxwarina wan tinebe, yeka wan nebe dudo.”

Malbata Akboga ji bo ku dewlet hem xaniyê wan lê bike û hem jî zirara wan qerebû bike li dewletê 2 doz vekirine.

Lê ji doza wan heta niha tu encamek derneketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst