HEDEP û HUDA PARê piştgirî da mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mizgîn Yalçin Mamosteya Kurdî HEDEP HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya  Doza Azad (HUDA PAR) piştgirî da mamostaya Kurdî  Mizgîn Yalçinê.

Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin ji ber vîdyoya ku navê bajaran bi Kurdî hînî xwendekaran dike li ser medyaya civakî wekî armanc hatibû nîşandan.

Piştî wê yekê Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçinê piştgirî xwestibû.

HEDEP û HUDA-PARê piştgirî da Mizgîn Yalçinê.

HEDEPê li ser hesaba xwe Xê derbarê mijarê bi zimanê Tirkî û bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî peyamek bi sernavê “Em Bi Mamoste Mizgînê Re Ne” belav kir û piştvaniya xwe ji bo Mizgîn Yalçinê ragihand.

“Em van êrişan wek bêtehemuliya zimanê Kurdî dibînin”

Komisyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEPê di peyama xwe de got:

“Mafên Kurdan ên hebûnî bi ziman, çand û erdnîgariya wan re bûne yek. Qedîmiya vê erdnîgariyê ev sedan sal in bi navên xwe re temam bûye. Em van êrişên ku bingeha xwe ji cudakeriyê distînin wek bêtehemuliya zimanê Kurdî dibînin û dizanin ku ev êriş sedemên vê yekê ne.

Em bi mamosteya xwe Mizgînê re ne û vê coş û germahiya xwendekarên wê parve dikin ku bi zimanê xwe dersan dibînin.”

Li aliyê  din Parlamenterê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê Êlihê Serkan Ramanli jî derbarê mijarê de peyamek belav kir û piştevaniya xwe bo Mizgîn Yalçinê ragihand.

“Em piştevaniya mamosteya Kurdî dikin”

Serkan Ramanlî jî got:

“Min bi rêya telefonê peywendî bi mamosteya me Mizgîn Yalçinê kir ku ji ber fêrkirina navên Kurdî yên di mufredata Wezareta Perwerdê de rûbirûyî sivkatî û gefan bûye. Min ji şexsê wê re piştevanî û hevgirtina me anî ziman.”

Parlamenterê  HUDA PARê di berdewamiya peyama xwe de navê beşek ji parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê yên bi Kurdî û Tirkî jî belav kir û got

“Bi vê armancê ez jî dixwazim navên Kurdî yên beşek ji bajaran zêde bikim ku min di parvekirina wê de nedîtine:

Siirt – Sêrt, Mardin – Mêrdîn, Malatya –Meletî, Sivas – Sêwaz, Şirnak – Şirnex, Agiri –Agirî, Ardahan – Erdexan, Elazig– Xarpêt”

Mizgîn Yalçin Farqînê mamostetiyê dike

Mizgîn Yalçin li Gundê Malabadê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê mamostetiyê dike.

Mizgîn Yalçin li ser medyaya civakî bi vîdeoyên ku li odeyeke mala xwe ya Êlihê amade dike dersên Kurdî dide.

Yalçin li ser hesabê yê medyaya civakî yê bi navê “Kurdî Online” vîdyoyên dersên xwe parve dike.

Ji Kurdistan, Amerîka, Almanya, Holanda, Azerbaycan û Tirkiyeyê xwendekarên wê hene û online ders dide wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst