Artêşa Tirkiyeyê gundên Til Temirê topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê du bajarokê Til Temirê yê li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyeyê her du gundên Tewîle û Til Tewîlê yên bajarokê Til Temirê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan, ti ziyanên canî çênebûn.

Artêşa Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşîn û heta niha ve bi berdewamî bi dronan û topbarankirina ji dûr ve êrişî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dike.