Li Colemêrgê amadekariyên kaşûnê dest pê kir

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, li navenda kaşûnê ya ku her sal bi hezaran kes diçin serdana wê amadehiyên werza nû dest pê kirin.

Li Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê ya li Colemêrgê amadehiyên ji bo heyama nû berdewam dikin.

Navenda ku bilindayiya wê ji deryayê 2 hezar û 800 e û her sal bi hezaran kes ji bo kaşûnê diçinê, bi saya xebatên nû her ku diçe balê dikêşîne.

Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê ji hêla turîzma zivistanê û aboriya bajêr ve navendeke girîng e.

Kafeyek tê çêkirin

Niha jî li wê navendê kafeyek tê çêkirin.

Kafe li ser qadeke 500 metreqoşe tê çêkirin û hewl tê dayîn ku heta zivistanê temam bibe.

Kesên diçin ziyareta navendê dê bikaribin ji wê kafeya ku 2 hezar û 900 bilind e,  ji jor ve bajêr temaşe bikin û bêhna xwe bidin.

Otel ber bi xilasbûnê ve ye

Li navenda kaşûnê oteleke 120 qeryoleyî jî tê çêkirin ku ber bi xilasbûnê ve ye.

Berpirsê Rêveberiya Werziş û Ciwanan a Bajêr Emin Yildirim destnîşan kir ku plan dikin vê sezonê navenda perwerdeya kampê ya werzişvanan a xwedî 4 stêrk vekin û wiha pê de çû:

“Me pîstên xwe mezin kirin. Me pîstên ku li ser wan pêşbirkên navneteweyî bên li darxistin, çêkirin. Di xala ku telesiyej diqede de me qadeke vehesînê çêkir.

Me kafeyek çêkir. Beşeke mezin a vê jî qediyaye. Di nava 20 roja de ew dê ji xizmetê re amade bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst