HEWLÊR - 2 gumanbarên kuştina endamê KNKyê Denîz Cevdet hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê 2 gumanbarên kuştina endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun hatin desteserkirin.

Endamê tîma parêzerên dosyaya Denîz Cevdet Bulbun, Aso Haşim ji Rûdawê re ragihand, 3 kesên ku bi kuştina Denîz Cevdet tên gumanbarkirin, 2 ji wan hatin desteserkirin, yek ji wan gumanbarê sereke yê ku ji bo kuştinê pere daye û yê din jî ji bo kujer çeka bêdeng dabîn kiriye.

Endamê tîma parêzerên dosyaya Denîz Cevdet Bulbun, Aso Haşim got:

“Dosyayên wan her du kesên ku welatiyên Tirkiyeyê ne li Dadgeha Tawanan a Hewlêrê bi dawî bûne, ji sedî 85ê rêkarên yasayî jî temam bûne û ew bi teror û sîxuriyê hatine tometbarkirin.”

Aso Haşim herwiha anî ziman:

“Kujer Ereb e û ji Bexdayê ye. Piştî kuştina Denîz reviyaye û vegeriyaye Bexdayê. Heta niha nehatiye girtin.”

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun 18ê Îlonê li Hewlêrê rastî êrişeke çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Denîz Cevdet Bulbun çalakvanê KNKyê û mamosteyê zimanê Kurdî bû, nezewicî bû, 3 salan li navenda KNKyê bû û 3 sal in jî hatibû Hewlêrê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sala 1999an li Holendayê bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate damezrandin û 10 sal in li Hewlêrê destûra xebatê wergirtiye.

Roja 18ê Îlonê demjimêr 13:00ê, kesekî bêyî maske li deriyê baregeha KNKyê ya li taxa Rapêrînê ya bajarê Hewlêrê xist, Denîz Cevdet jê re derî vekir û wî gule li Denîz Cevdet reşandin û reviya.