Li Semsûrê pevçûna çekdarî: Kesek birîndar bû

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh du aliyan bi çek êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de kesek bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan li Herêma Pîşesaziya Biçûk a Semsûrê, şeva borî du grûp ji ber sedemeke ku nehat zanîn pev çûn.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn û welatiyê bi navê M.Y. bi çifteyê bi giranî hat birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

M.Y. ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha hate ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst