YNK: Em û Tirkiye li ser asayîkirina pêwendiyan li hev dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan a YNKyê Derbaz Kosret Resûl û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut, li Hewlêrê civiyan.

Her du aliyan di civînê de behsa asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Pêwendiyan a YNKyê, di hevdîtinê de mijarên wekî “rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên aliyên siyasî û hewlên ji bo çareseriya pirsgirêkan” hatin gotûbêjkirin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku “Her du alî ji bo asayîkirina pêwendiyan hevra ne.”

Li aliyên din, Mehmet Mevlut Yakut bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê hevdîtinê peyamek belav kir û got:

“Min û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyan a YNKyê Derbaz Kosret Resûl li ser mijarên siyasî yên rojane hevdîtineke berhemdar û çêker pêk anî. Ji bo mêvanperweriya wî ez spasiya wî dikim.”

Tirkiyeyê nîsana borî qada xwe ya hewayê li ber geştên balafiran ên ji Silêmaniyê girtibû.

Tirkiyeyê ev biryar bi hinceta ku “YNK alîkariyê dide PKKyê” wergirtibû.