Mezlûm Kobanî û şandeke Amerîkî civiyan

09-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka HSD Mezlûm Kobanî Ethan Goldrich
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî, ligel şandeke Amerîkî rewşa navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.

Şanda Amerîkî ya bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka Ethan Goldrich ji aliyê Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanî û fermandara YPJê Newroz Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şanda Amerîkî ya bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka Ethan Goldrich, hejmarek ji berpirsên bilind di nav de bû, ji Tirkiyê gihişte Rojavayê Kurdistanê.

Serokê şandê ji fermandarê HSDê re got ku, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji herdu kampên Hol û Roj vegerînin, ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst