Serokê HAK-PARê: Ataturk ‘Kurdistan’ naskiriye lê neviyên wan qedexe dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir ragihand ku mezinên Tirkian peyva Kurdistan bikar anîne, “lê siyaseta bêesil a Pergala siyasî a Tirk û neviyên wan navê Kurdistanê qedexe kirî ye.”

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemir têkildarî gengeşeyên di van demên dawiyê de yên li ser navê Kurdistanê bi serenava “Roj bi heriyê nayê sewaxkirin, navê welatê Kurdan Kurdistan e” gotarek belav kir.

Latif Epozdemir di nivîsa xwe de dibêje: “Di van rojên dawî de gengeşeyên nû li ser çend buyerên Kurdên hestiyar û helwestkar qewîmîn. Cemil Taşkesen û Hifzulla Kutum bi sedema bilêvkirina navê Kurdistan bûn amanca tehdahîya desthilata Tirk. Mixabin ku îro, pergala siyaset û rayedariya Tirk li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin. Vaye sed sale navê Kurd û Kurdistanê li Tirkiyê qedexe ye.”

Epozdemir bi bîr xist: “Sosyolog Îsamîk Beşikçî, akademîsyen Bekir Tank û akademisyen Hifzullan Kutum her yek ji wan pispor û lêkolînerên Kurd bûn. Bi sedema ku di gotar û nivîsarên xwede qala Kurdistanê kirin ceza dîtin û ji karen xweyên zankoyê hatin dûrxistin. Beşikçî bi salan hepis xwar; Hifzullah jî li ser gilîkirina zankoya Firatê hate radestkirin. Di halekê de ku zanko, bingeh û wargeh û navenda afîrandin û hilberîna zaniyariyan û lêkolînen serbixwe ye, lê mixabin zankoyên ku di bin esareta fereseta Tirkayetî de mane asê, îro ew jî navê Kurdistanê qedexe dikin. Ev şerm û qebehetek gelek mezin e.”

Berdewamiya nivîsa Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemir wiha ye:

“Di rastiyê de, Kurdistan naveke dîrokî û erdnîgarî ye. Kurdistan ew ciye ku bi hezaran sal e Kurd li wir cînişîn û niştecî ne. Kurdistan ew aqare ku Kurd li ser xwedî çand û dîrok û kelepûrî û ax û milk û mal in.

Hal ku wihayê:

1-Mistefa Kemal di 21 gotarên xweyên fermî de navê Kutdistanê dubare kiriye,

2-Şemseddîn Samî di kîtêba xwe ya bi navê “Kamusul Alem” de behsa Kurdistanê dike û sînorê Kutdistanê dide nîşandan,

3-Ferhengzanê Tirk Kaşgarlî Mehmud behsa Kurdistanê dike û wek axa Kurdistanê dibêje “Erdul Ekrad” Kurdistan e,

4-Kanunî Siltan Silêman, ji erda me re gotiye Kurdistan,

5- Evlîya Çelebî jî, ji erdê me re gotiye: Ev der Kutdistan e,

6- Gelek rayedarên cîhanê û bi hezaran dîrokzanên cîhanî ji erda me re gotine navê vî erdî, Kutdistan e,

7-Heta dewletên dagirkerên wekî Îran û Iraq jî, ji vê axa pîroz re, îro êdî dibêjin Kurdistan,

8- Navê Kurdistanê here zêde di dema Osmaniyan de hate bikaranîn. Paşa û Siltanên Osmanî ji Fatîh hetanî Siltan Yawuz û Siltan Silêman heta Siltan Evdilhemid tu kesek navê Kurdistanê qedexe nekiriye. Bereks, Siltan Selim bi Beglerbegê Kurdistanê Mewlana îdris re federasyonek Osmanî û Kurdistanê pê anîye. Şêwirmendên Fatih Kurdistanî bune û Fatih sê gundên Kurdan li Stenbolê ava kiriye da ku Stenbol bibe bajareke misliman. Siltan Silêman di hemû Fermannameyên xwe de navê Kurdistanê bilêv kiriye. Siltan Evdilhemid bi navê “Kurdistan” kêştîyek daye çêkirin û spartîye şaredariya Stenbolê. Dîsa Siltan Evdilhemîd di sala 1847yan de; bi navê Kurdistan çar madalyon (Zêr, Zîv, Tunc û Bronz) daye çêkirin û wek xelata serkevtinê li leşkeran belav kiriye. Nexşeyên li ser van madolyan raste rast nexşeya Kurdistanê bû ku bi fermana Evdilhemid hatibu çêkirin.

9-Bediûzzeman di nîsarên xwe de gelek caran qala Kurd û Kurdistanê kiriye. Ku bêguman Seîdê Kurdî serwerê rêbaza nûranî ye ku piranîya Tirkan her niha jî pêroyên wê rêbazê ne.

Dewleta Tirk îro bi fermi hikumeta Kurdistanê ya federal nas dike, di çûyîn û hatînên fermî de alaya Kurdistanê tê kêşandin û navçe wekî ku di destura giştî ya Iraqê de hatiye binavkirin û tê qebulkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di sala 2003yan de, di bernameyeke televizyonê de rageyand ku “ceddên me Osmanî ne û ewan her tim gotine Lazistan û Kurdistan. Divê mirov ji van navan netirse.”

Hemu zana û aqilmendên cihanê vê axa pîroz weke erdê afirênerê mirovantîyê nas kirine ku gotine: “medenîyet û jiyana şarezahiyê li Kurdistanê , yanî li ser erda Kurda dest pêkiriye.”

Ya herî balkêş ew e ku bab û bapîr û ceddên Tirkan Kurdistan naskirine, bilêv kirine lê nêvî û nevîçirkên Tirk vî navê dîrokî qedexe dikin. Kurda jiyana hunerî û çandiya Tirkan dewlemend kirine, jiyana derûnî û rûhiya Tirkan xemilandinê, lê Tirk di cîyê rêz girtinê de hebûna Kurdan û welatê wan inkar dikin. Damêzrênerên musîka hûnerî yaTirkan Haci Arif Beg û Dede Efendî û Delalîzade û Îtrî bi eslê xwe Kurd in. Zanyar û rênişanderên fikiha Îslamî piranî Kurd in. Danerên tarîqatên mezin ên li navçe hemû Kurdin (Şahê Nexşebend, Mewlana Xalid, Şêx Evdilkadirê Gêlanî, Seîdê Kurdî,) Piranîya Tirkên misilman rêwengiyên rêbazên van zanayên Kurdin, lê eslê Kurdan û van kesayetan înkar dikin.

Lewraye ku:

Lê;

1- Tenê Kurd navê welatê xwe dema ku anîne zimên; tedahî û zordarîyê dîtine,

2-Mezinê Tirkan jî, ji vê axê re gotine Kurdistan, lê sîyaseta bêesil a Pergala sîyasî a Turk navê Kurdistanê qedexe kirî ye.

3- Ya herî giring yekem car inkara navê Kurdistanê di pirtûk û rîsaleyên Seîdê Kurdî de ji alîyê Fethullah Gulen ve hatiye kirin. Îro fereseta Tirkan e di halek de ku hemû kiryar û xebat û lebatên FETO red dike; lê tenya qedexebûna navê Kurdistanê bicih dihêle.

Ku beramber bi van rastîyan:

-Ev feraseta Tirkan a “tekane” û “Tirkane” hebûna Kurd û Kurdistanê ji bo xwe wek xeter yanî “ Tehdît” qebûl dike û jê vê rastiyê ditirse.

-Bi vê sedemê eşkere ye ku pirsa Kurdayetî ne tenê pirsek miletîye; ew di heman hal de pirsa erd û aqarê û axa “Kurdistanê” ye jî. Yanî pirsa Kurdan pirsa welateke qedexekirî û dagirkirî ye.

Pirsa Kurdan pirsa azadî û serxwebûna milet û welateke bindest e ku îro bê riza hatîye dabeşkirin.

Lewra ye îro hemû Kurd li her warêk ku lê dijîn; lazim e dengê xwe bilind bikin û ji civaka navnetewî re rabigênin ku êdî vê rewşa dabeşkirî a Kutdistanê qebul nakin.

Bi kurtasî ev pirsgirek ya Tirkan e. Ya divê xwe ji van şerm û şermezarîyan rizgar bikin; yan jî wê  heta hetayê wisan sernizim û şermezar bimînin. Û careke din ser û dilê şaire Kurd Xal ESkerê Boyîk xweş be ku çiqas delal nivsandîye;

Ez dizanim wê Kurdistan çê be

Tavê qelema wê be,

Azadî beyreqa wê be;

Ez dizanim wê Kurdistan çê be

 

Çavê aleme lê be,

Lawê Kurd egîdê wê be,

Îro be yan jî sibê be

Ez dizanim wê Kurdistan çê be.”