Firokeyên Tirkiyê 3 caran Kanî Masê bombebaran kirin

09-11-2021
RÛDAW
Dîmenê cihê bombebarana îro li sînorê nahiya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê.
Dîmenê cihê bombebarana îro li sînorê nahiya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê.
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Kanî Masê PKK Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarekî Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, îro Sêşemê firokeyên artêşa Tirkiyê sê caran bakurê parêzgeha Duhokê bordûman kirin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de rû didin.

Rêveberê nahiya Kanî Masê ya ser bi qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, Serbest Sebrî ji Rûdawê re got, “Firokeyên Tirkiyê gundê Şelaza yê devera Kanî Masî kirin armanc.”

Di navbera saet 10.00 sibehê de heta danê nîvro derdora gund 3 caran hatiye bombebarankirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, firokeyên şer ên Tirkiyê di demjimêr 10:00, 11:00 û 12:10an de gundê Şêlaza li sînorê nahiya Kanî Masê kirine armanc.

Rêveberê nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî got, “Di bombebaranê de ziyan negihişt sivîlan”, lê heta niha ti agahî derbarê ziyanên madî de bidest neketiye.

Li gor dîmenên vîdoyî ku ji Rûdawê re hatine şandin, bombebaran li navçeya Qersikê li nêzîk gundê Şêlaza ye.

Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û ji par ve heta niha çendîn operasyon jî li dijî PKKê li wan navçeyan pêk anîne.

Di nava vê heftiyê de ev cara çaremîn e ku Tirkiye Çiyayê Gare, Çiyayê Kurejar û navçeyên din ên sînorê qezaya Amêdiyê bombebaran dike.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Nasir Elî dibêje bombebaranê zirar gihandiye jîngeha navçeyê.

Di 4ê Mijdara 2021an de (beriya 5 rojan), Serokê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Ebdurehman Sidîq ji Radyoya Rûdawê re ragihand, bi sedema bombebaranên Tirkiyê û Îranê û komên çekdarên din, ji sala 2010 ve heta sala 2019an, 1 milyon û 30 hezar donim ji daristanên Herêma Kurdistanê şewitîne.

Tirkiyê di Nîsana îsal de, du operasyonên Pence-Birûsk û Pence-Birq li bakurê Duhokê li dijî PKKê, dabû destpêkirin. Enqere PKK wek rêxistineke terorîst dibîne û operasyonên xwe yên derveyî sînor ên di nav axa Herêma Kurdistanê de, weke berevaniya li ewlehiya xwe ya niştimanî pênase dike.

Şer û pevçûnên navbera hêzên Tirkiyê û PKKê û bombebaranên artêşa Tirkiyê, bandorek giran li ser xelkê sivîl û jîngeha navçeyê jî kiriye. Bi hezaran donim zevî şewitîne, mal û dewarên xelkê jî birîndar bûne. Herwiha çend sivîl hatine kuştin û malbatek li Hirorê ji ber êrîşeke kîmyayî ya gumanbar tûşî pirsgirêkên tendirustiyê bûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn caran daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku rêzê li serweriya axa wê bigire û PKK dev ji bikaranîna axa Herêma Kurdistanê bo êrîşên li ser welatên cîran berde.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst