Li Efrînê di navbera 2 grûpên Firqeya Hemzat de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê şer di navbera du grûpên Firqeya Hemzat de derket, di encamê de 3 çekdar birîndar bûne.

Çavkaniyên Xwecihî li Efrînê belav kirine, duh li Efrînê şer di navbera du grûpên di nava Firqeya Hemzat de derket.

Li gor heman çavkaniyan, grûpa bi navê Lîwaya el-Xab ku di bin Fermandariya Elaa Cinêd de ye, êrîşî baregehên Firqeya Hemzat li cadeya Vêlat li nava Efrînê kirin û şerekî tund di navbera wê û çekdarên grûpeke din ya Hemzat de derketiye.

Fermandarê Firqeya Hemzat, Seyf Ebû Bekir daxwaza amadebaşiyê û jinavbirina çekdarên Lîwaya el-Xab kiriye.

Di şerê herdû grûpên Firqeya Hemzat de, fermandarek bi navê Usame Cinêd û du çekdarên din birîndar bûne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bihara sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozisyona Sûrî yên ku Enqere piştevaniya wan dike, hatiye dagîrkirin.