Amerîkayê îro hêz şande Rojavayê Kurdistanê

09-11-2020
RÛDAW
Hêzên Amerîkayê li nêzîk bîrên petrolê yên Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê, roja 4ê Mijdara 2019. Wêne: Rûdaw
Hêzên Amerîkayê li nêzîk bîrên petrolê yên Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê, roja 4ê Mijdara 2019. Wêne: Rûdaw
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro hêzeke mezin a Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Zaxoyê da zanîn ku îro Duşemê 9ê Mijdara 2020an derdora demjimêr 12:30 karwaneke hêzên Amerîkayê di deriyê Pêşxabûr-Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku karwanê hêzên Amerîkayê amûrên serbazî, otomobîl û pêdawîstî û kelûpelên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ev yekemîn karwanê serbazî yê Amerîkî ye ku piştî hilbijartinên Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.

Amerîkayê berî niha di dawiya meha Îlona îsal de jî 100 serbaz tevî ssîtemên pêşketî yên radar û tankên Bradley şandibûn Rojavayê Kurdistanê.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, Bill Urban wê demê derbarê şandina wan hêzan de gotibû, ew pêngavên han pêşandaneke zelal a xwesteka Amerîkayê ji bo parastina hêzên hevpeyman e, di heman demê de ew pêngavên wiha bo piştrastbûnê ye ku Hêzên Hevpeyman dikarin erkên xwe yên taybet bi têkşikandina DAIŞê cîbicîh bikin bêyî ku destwerdan di erkê wan de bê kirin.

Pêştir û piştî vekişîan beşek ji hêzên Amerîkayê, 500 serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê li Rojavayê mabûn, ku piraniya wan li sînorê Dêrezorê û bajarê Hesekê bicih bûne û hejmarek binkeyên leşkerî yên wî welatî li wan deran hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst